Sal buhurîn, dem guherî. Padîşahê Hamawêranê, bi dek û dolab Kawûs xapand û ew ji serayê revand. Keykawûs bi ecêbek giran winda bû. Gel şaş ma. Rêveberî û hukumdarîya Îranê sist bû, dewlet bê serok ma. Piştî vê yekê eşîretên li ser sînorê Îranê çav berdan welatê wan. Kîn û xerez cardin bijkuvîn. Elfesiyayê Bavpêşeng leşker civand û li ser tuxub bicih kir. Gel ket xeterê, tirs li her derî belav bû, digotin: "Şîyar bin, êrîşa Tûraniyan li rê ye! Ew dê werin, tola xwe bistînin!" Lê belê nehatin, ew ...