Li gor rapora UNESCOyê zazakî li ber mirinê ye, bi gotineke din li ber bi mirinê diçe. Ew rapor tunebûya jî me dizanî ku zazakî bi rastî jî li ber mirinê ye. Çi heyf e ku êdî di gundên zazayan de zarok zazakî napeyivin. Heke di cihekî de zarok bi zimanê diya xwe nepeyivin, bizanin ku ew ziman di xetereyê de ye. Heke weha biçe, piştî du-sê neslê din zazakî mixabin ji holê radibe. Çunkî zarokên zazayan li dibistanan tirkî dipeyivin, bi hev re tirkî dipeyivin, di malên xwe de, bi dê û bavê xwe re p ...