Şêx Selaheddîn Efendî (1906-1979), sala 1906an li gundê Qolhîsarê ku li ser Xinûsa Erzirûmê ye hatiye dinê. Kurê Şêx Seîdê Palewî ye. Şêx Seîd Efendî bi navê Eyşe, Xeyriye, Ezîze, Fatma, Fehîme pênç keçên wî; bi navê Elî Riza, Xiyaseddin, Selaheddîn, Ehmed, Ebdulxaliq û Xalid Sebaheddîn jî şeş kurên wî hene.
Perwerdehiya xwe ya ilmî ji birayê xwe Şêx Elî Riza Efendî girtiye.
Dema Şêx Seîd şehîd dibe 18 salî bûye. Piştî serhildana Şêx Seîd, 300 kes derbasî Îranê dibin. Di nav w ...