Rêya Teze di dîroka rojnamegeriya kurdî de rojnameya kurdî ya yekem tê hesibandin ku bi tîpên latînî dest bi weşanê kiriye. Cara yekem rojnameke bi kurdî ji nîv sedsalî zêdetir ji aliyê dewletekê de bi awayekî profesyonel hatiye derxistin, nêzîkî 5 hezar hejmarên wê hatine weşandin. Rojnama Rêya Teze (1930) û Radyoya Rewanê (1955) di sedsala 20an de wek du bircên çanda kurdî hatine hesibîn û ji bo hemû kurdan bûne nîşana kêfxweşiyê û xwebaweriyê. Çanda kurdî wek çandeke tehdîtkirî ji xwe re hêlî ...