Mijarên wêjeya kurdî piraniya wan behsa mêtingeriyê û desthilatdariyê dikin. Her wiha mijarên takesîn jî hene, lê belê babeta mêtingeriyê serdestiyê li metnên kurdî dikin. Berhemên biyografîk kêm in. Di Berhemên kurdî de pêşketineke vebêjiyê heye, teknîkên vebêjiyê bi kar tînin, lê haya nivîskaran ji van teknîkên vebêjiyê heye em nizanin. Her wiha di berhemên kurdî de, babetên psîkolojiyê, çanda folklorîk, ceribînên modern û epîzm jî hene. Lê di berhemên kurdî de xwe-bûna kurdî kêm e. Tiştên ku ...