Nivîsên Celadet Alî Bedirxan ên li ser Şerê Cîhanê ê Duyemîn ku di Hawarê de bi sernavê "Rewşa Dinyayê" çap bûne, bi eynî navî, wekî kitêb derketin.
Di destpêkê de Celadet Alî Bedirxan wiha dibêje: "Ji îro û pê de Hawar di her hejmara xwe de xwendevanên xwe li ser rewşa dinyayê wê serwext bike; û tiştên ko di nav mehê de çêbûne bi xurtî ji wan re bide zanîn. "Ji bo destpêkirinê emê bi şûn de vegerin û çavên xwe li bûyerên ko ji destpêka şer hetanî îro çêbûne bigerînin." Nivîsên di vê ...