“Kaniyek di bin dargûzekê de der be, li serveyî wê jî erdekî rast hebe û cihê xaniyekî mezin tê de hebe. Hewşa wê jî wiha be ku tu hem bikarî bikî baxekî bixeml û hem jî bikî cihê gul û gulzar û darên fêkiyan. Wiha be ku min hewcehî bi vê hindê nebe heta yek heb jî alûçe, qeysî, sêv an jî her fêkiyeke din bînim malê.”
Behramê ji civaka durû bêzar bûyî dide dû xewna xwe û mala xwe dûr ji mirov û gundiyên xwe li cihekî veder ava dike. Lê ew biheşta ku ji bo jina xwe Eyşê û du zarokên ...