Wexta ku meriv behsa çanda Kurdî dike, pêşîn çîrokbêj û dengbêjên Kurdan tên bîra mirov. Di van herdu mijarên ku bi hev re girêdayî, çanda Kurdî zehf bi pêş ketiye û di vî warî de ji çanda gelên cînarên xwe jî li pêştir e. Ev çanda dengbêjiyê, bi wasîteya televîzyonên Kurdan hîn jî didome û di nava gel de pir tê guhdarîkirin, lê mixabîn ji bo yê çîrokbêjan heman tiştî em nikarin bibêjin. Di vê pirtûka biçûk de, min hinek çîrokên Kurdan ên ku di şevên zivistanan de, li ber sobeyan, li odeyên gund ...