Beşa yekem li ser ronîkirina rewşa siyasî, civati, aborî û rewşen- bîrîya Kurdistanê ya berîya derketina û serdema derketina kovarê ye. Ji ber ku ew şert merc li ser naveroka mijarên kovarê xwedîyê tesîra xwe ne. Vêca çi raste rast çi jî ne raste rast. Beşa duduyan ji bo lêkolîna şiirên Hawarê di warê wezin, qafiye, ziman û navero- ka wan de hatîye amade kirin. Di vê beşê de zêdetir li ser şiira hevaem ya kovarê hatîye sekinîn.
Ji ber ku ev şiirên klasik yên di Hawarê de ...