Heke em zimên bi tenê wekî navgîna ragihandin û jihevfamkirinê qebûl bikin, wê ji gelek alîyan ve kêmasî bimînin û em ê di warê kartêka wî ya li ser mirovan û tevkarîya wî ya bo teşegirtina jîyana mirov û neteweyan ji agahî û nirxandinan dûr bimînin. Ziman berî her tiştî bi kartêka xwe ya ku li ser jîyan û gîyanê mirovan û bi taybetî li ser neteweyan dike, bi mirovan re arîşeya hebûnê jî çêdike. Arîşeya ketî behsê, ji ber pircureyîbûna zimanan e ku mirov gava hay ji vê pircureyîyê dibin, bi jêci ...