Di warê rastnivîsîna kurmancîyê gelek pirsgirêk hene û ji bo berterafkirina wan jî hewcedarî bi xebatên ilmî heye. Bi hebûna qayideyên rastnivîsînê dê mumkin bibe nivîsendeyên wî zimanî bi awayekî bi rêk û pêk binivîsin. Di rastnivîsînê de, hin tişt hene ku mirov dikare li ser wan li hev bike: “Gelo em apostrofê bi kar bînin yan na?”, “Navên netewe û zimanan bila bi hûrdekan dest pê bikin yan bi girdekan?” û hwd. Lê hin tişt jî hene ku lihevkirina li ser wan zehmettir e: “Bila nêr û mê di kurman ...