ji berê de tehemûl û rêzgirtina wan ji olên din re heye û qîmeteke mezin didin berhemên kevn. Ew îbadetên xwe li ber wan ziyaret û tiştên kevn tînin. Êzîdî ji qewmiyeta xwe ve Kurd in û ji Kurdistanê ne, ew hema bêje tev bi Kurmancî diaxivin. Di vê herêma welatê Xalta de berê Xiristiyan û Êzîdî dijiyan. Eşîra Eleka di destpêka sedsala 19an de hatiye herêmê, di wexta Mîrzikê Zaza de ew hatine. Mezinên wan Remo, Dîbo û Sîno bûn. Remî, Reşkotî û Pençawarî jî niştecihên kevn nîn in. Bi hatina van û ...