Kilam û stranên kurdî, nirxên me yên herî buha û pîroz in. Kilamên kurdî xeml û rewşa civaka me ne, cihê kubarî û serbilindiya me ne û temînata parastina çand û zimanê me ne. Kilamên me, eynika civak û gelê me ne. Dengbêjiya kurdî çand, huner, dîrok û rastiya me ya civakî parast, xwedî kir û heta roja îro anî. Di demên herî zor û zehmet de, di tarîstan û bêbextiya dîrokê de, li hemberî neyar, dagirker û xiyanetê, kilam û stranên me weke kelehan li ber xwe dane û hebûna me parastine. Muzîk, kilam ...