R. Baran di edebiyata kurdî ya modern de ji wan kêm lehengan e bi êşeke egzîstenyal xwe bera nav kolanên evîn, rabirdû û bajarê xwe dide. Niştecihên bajarê wî, mirin û evîn mîna hêlekanekê di nav hebûn û tunebûnê de tên û diçin.
"Ez ditirsiyam. Ditirsiyam ku rojekê ev pirs ji bêbersiviyê winda bibana. Ev pirsên ku piştî windakirina her tiştî wek modika hebûna min di destê min de mabûn, min nedixwest di destê min de bişkên. Loma “Carna mirov,” min got û bêje wek qetikên benan gihaşti ...