Her çend di destana Promîteas a Esxîlos de lehengên ku cîh digrin kesên xweda û xwedayî bin jî drama ku tê lîstin drama mirovahiyê tîne derê. Promîteas nûnerê mirovan e û bûyerên ku di nav de diperpite jî bûyerên polîtîk in û îro jî di nav civakên hemdemî de em rastê van bûyeran tên. Lê ji bo çi Promîteas nûnerê mirovan e û drama wî ji bo çi drama mirovahiyê ye? Promîteas agir ji xwedayan diziye û daye mirovan, ji bo ku li hember pergela ku xwedayan ava kirî der ketiye jî cezayakê pir giran dikê ...