"Gilokên xwînehêsirê dîsa ji nav erzêla bijangên raketî wekî baraneke bêpejn barîyan."
Pêşî Welat xewn e; Azadîya welêt jî payîzok û nehwirandineke dilveker e. Paşê Welat dibe rastî; lê Azadî her û her baskokirî dimîne.
Di Payîzokine Çavşil Ji Dilê Xewnê de, romannivîs vê rastîya jehrdar a Kurdan berbiçav dike.
Bûyerên romanê ku li parçeyê Azad ê welêt rû didin, rewşa civakî, sîyasî, aborî û helbet derûnî ya gelê Kurd li wî parçeyî dadihûrîne û şirove dike.
Welatê ku Bêxwedî ...