Berhevoka ji şi’rên Şikoyê Hesen, ji aliyê Tosinê Reşîd ve hatiye amadekirin. Şi‘rên di vê berhevokê de ji her sê dîwanên Şikoyê Hesen "Qalçîçek" ku di sala 1961ê, "Tembûrê kurda" ku di sala 1965an û "Meremê dilê kurd" ku di sala 1970yî de çap bûne hatine girtin.
Tosinê Reşîd dipêşgotina kitêbê de wiha nivîsiye:
Şikoyê Hesen dengbêjê têkoşîna gelê kurd bû, wî bi bawarî ûhêvîke mezin li bizava gelê kurd e rizgarîxwez dinhêrî.
Şikoyê Hesen çawan şayîr hatibû dinê; ...