Suzan Samanci, di romana xwe ya duduyan "Payîz an jî Ziyab’’ de çîroka mamosteyeke edebiyatê ku ji karê xwe hatiye avêtin vedibêje; di hişmendiya wê ya parçebûyî de rêwîtiyeke biefsûn dest pê dike. Xewn û kabûsên wê, di bîra wê ya bêbinî de tiştên difûrin rast in. Di têkiliya bav, dê û qîzê de sêqoziyek ecêb heye. Herwiha ev sêqozî bi pîvanên civakî û derûnî ebra xwe fireh dikin. Ji bo xerabiya bavê xwe jibîr bike xwe dispêre kitêban. Dûrî, netêrbûn, dilşikestin, tirs û weswese li ser guliyên d ...