“Niha kesekî din di dewsa min de wenîko li te temaşe bike, ew ê te-w hemû tiştên heyî wenda bike. Lê go çavên xwe bigire, ew ê tiştên ez dibihîzim jî bibihîze, tiştên ez nabihîzim jî. Dengê nava te dibê, bi qesem Zeyno wek wê Helena misebib û şahida şerrê Trûwayê, dizane qesasê bavê min û te kî ye. Qesasê qesês. Qesas gişk qurban in.”
Piştî ew cinawirên erjeng ji esmanê me bar kirin û çûn, me derîyên xwe zirze kirin. Me carek din agir daneda. Me tenîya Helebê li enîya xwe xist û em ri ...