Rêveberiyeke ku projeyên deryayî bo welatekî bêderya bi rê ve dibe. Rêveberekî ku vediguhere dîktatorekî. Xebatkarên ji bilî serhildanê çi rêyek li ber wan namîne. Dîstopyayeke ku mîta Kaweyê Hesinger berovajî dike û ji nû ve şirove dike digel amajeyên bo gelek aliyên cuda yên civak û dîroka me. Orgazmên Ejdehayekî bi zimanê rewan û metelhêl ê Vehêl Mihsin, silaveke xurt dide romana kurdî.“Tu... Erê tu, ewê çavên wî bi van peyvan ve pehn bûne, min behsa te ye xwandevanê vê pirtûkê, te çend derew ...