Oliver Twist, romana dudoyan a Charles Dickens e. Di sala 1838’an de hatiye nivîsandin. Oliver, li sêwîxaneyekê tê dinê. Wexta dibe 9 salî wî dibin sêwîxaneyeke dinê û li vê derê ji ber ku şorbeyeke dinê dixwaze, midûrê sêwîxaneyê wî dide ber destê darbestvanekî. Li vê derê jî neheqî û tahdeyeke mezin lê tê kirin. Oliverê bêkes hew îdare dike û berê xwe dide Londrayê. Wexta li taxeke perkende ya Londrayê tî û birçî digere, leqayî Dogerê hilebaz tê. Axirê Doger wî daxilî nav çeteyeke cêbkesrana d ...