“Çi dem û wexta ku destê xwe dihingivînim vê nivişta ku gorbihuşta pîrika min daye min, mîna ku ruh ji min kişiyabe, bi carekê re dicefilim. Tu dibêjî qey tiştekî nedîtî û dûrî çavan, mîna enerjiyê ji nava niviştê derbasî serê tiliyên min dibe û ji wir jî li temamê bedena min belav dibe, laşê min dişibe, hişk dibe, bi ser hev de dicive û bê liv dimînim. Ziman li min dişikê, gotinek tenê jî ji nava lêvên min naşemite. Her carê demeke dirêj li wir dimînim sekinî, heta ku destê min diqerime û dixil ...