Em bi xebateke xwedî xweseriya xwe ve li pêşberî we xwendevanan in. Xebateke xweser e, lewre ji aliyê wêjeyê ve mirov nikare bibêje rasterast ev cureyê wêjeyê ye. Em jî neketin şayîşa yekalî ya vegotina cureyê wê yê wêjeyî. Me hewl da bi nîşeyekê be, bi gotin û vegotinekê jî be jiyanên hatine jiyîn vebêjin û wan jiyanan bi nivîskî li ser dinyayê bikin bar. Ji ber van sedeman jî berhema me xwedî xweseriyekê ye. Em hêvîdar in ku me naveroka vê xweserîbûna wê dagirtibe. Ev xebat her çiqas ji aliyê ...