Edebiyata Kurdî jî mîna Kurdan bi çendîn sînorên siyasî, coxrafî û şêwezarî ji hev hatiye dabirîn û her navendeke edebî wek giraveke dûredest berê xwe daye bergeheke ciyawaz. Ev xebat di nav vê parçebûn û dabirînê de reh û rîşeyên pevgirêdayî yên vê edebiyatê berçav dike û îdîa dike digel hemû astengî û dijwariyan, mirov dikare behsa nerîteke hevbeş a edebiyata Kurdî bike. Bêguman ew ruhê ku vê nerîtê zindî dike hizra neteweyî ye. Ji ber vê mirov dikare bibêje ku nerîta edebî ya Kurdî di çarçove ...