Edebiyata Kurdî ya zarava Kurmancîya jorê, demek dirêj ji naskirina navên çend helbestvanên navdar wêda ne diçû. Nave Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Melayê Bateyî, Ehmedê Xanî, Elî Herîrî… Ev bûne rêze navên klasîkên Kurda ser zaravê Kurda yê mezin. Hey carna dihatin bîranîn navên Sîyahpûş, Pertew Begê Hekkarî, Mûradxan û çend navên din jî pêra, lê nivîsarên wane çapkirî bedrest tunebûn. Dewrek nû ji bona çanda Kurdî, bi taybetî edebiyata Kurdî ji ya sedsaliya an de destpê dike. Gava hêzek xurt b ...