pirî caran porê te yê gijolî
tê mîna pisîkekê vedizele
û tilîkên min ên hişkelokî
difirikînin firkên pişta porê te
Monologên Evînên Kedîkirî pirtûka yekem a Mem Bawer e. Pirtûk ji sê beşan pêk tê: “Xewna helbestên bêmejî”, “Xewna mejîyên bêhelbest” û “Bêmejîbûna helbestê”. Helbestkar, monologên binhişê xwe bi rêya helbestê anîye zimên. Di beşa pêşî de piranî helbestên tekane hene û bi tenê li ser mijarekê hatine nivîsîn. Mem Bawer, di beşa duyem ...