Îhsan Colemêrgî, vê carê berê me dide deşta Geverê û ji wê derê jî li zomê û zozana Meydanbelekê me dike mêvanê Momê û Keleşê şivan. Çîrok xwe dispêre stranekê û stran bêbextî û buxtanekê ji me re eşkere dike.
Em karin bibêjin, Mamê Îhsan, ketiye dû stranekê, na na çêtir e meriv bibêje daye dû zêmarekê û berê me daye milên dol û berdolên Cêloyê serî di ser ewran re; em, di ser kevîyên berfê re borandine, li şûnpêyên pezkovîyan di hisar û revzên zinar û zaxan re derbas kirine, di derî û gelî ...