Wexta qala nivîskarên Qafqasan dibe bêguman yek ji navê pêşin ê ku tê bîra xwîneran Wezîrê Eşo ye. Tradîsyona wêjeya nivîskarên Kurd ên li Qafqasan, bi avakirina cîhan û zimanê xwe ê cuda, cihê balkêşî û balpêdaneke taybet e . Di navê vê tradîsyonê de Eşo him bi romannûsîya xwe û him jî bi çîroknûsîya xwe a şêwazcuda derdikeve pêş.
Mizgînî yek ji berhema cîhana çîroknûsîya Eşo a zarxweş û şêwazcuda nîşanî me dide. Temayên di van çîrokan de ji zarokatîya nivîskêr, naşitî, şerê wetenîyê ...