Di dused salên dawî de bi hişyarkirina hestên neteweyî gelek milet li dû esl û binyad û paşxaneya xwe ketine.
Ji bo xweîsbatkirin û bidestxistina mafê gotinê di dinyaya îro de reh û rîşên kevin bûne çavkanû û
meşrûyeta hebûnê ji bo qewman. Weku gelek miletên din Kurdan jî xwe li vê lidaçûnê qelibandine û
xwestine nîşan bidin ku ew, yek ji qewmen Îranî yê herî qedîm bûne. Ji bo îsbatkirina vê yekê serî li mitos û
çanda xwe ya kevnar dane û di înşakirina miletbûnê de ew bi ...