Zimanê Kurdî yek ji zimanên malbata Îranî ye. Ew mal-bata ku ji zimanên Kurdî, Farisî, Bilocî, Baştoyî, Osetî û hin zimanên dîtir jî pêk tê. Girêdana vê malbata zimanan bi ko-ma zimanên Hindo-Ewropî û yên Hindo-Îranî re jî heye. Bi egera vê girêdanê jî gelek bêje û derbirrînên cûrecûr di nav wan zimanan de hevbeş in. Ferhengên wan zimanan jî wê girêdan û pêwendiyê berçav dikin, mirovantiya wan gelên ku bi wan zimanan diaxivin tekez dikin. Anku ew ziman tev, weku zimanine serbixwe li koka xwe ya ...