Ev çîroka li ber destê we ji hêla rojhilatnas Charles Wellsê Îngiliz di sala 1865an da li Londona paytextê Britanyayê di nava berhevoka qederek çîrok û helbestên ji Rojhilata Navîn da hatiye çapkirin. Mîrzeyê Kurd Mihemed çîrokeke gelêrî ya Kurdî ye ku unsûrên efsanewî û mîtolojîk di xwe da dihewîne.
Xortê Kurd ku navê wî Mihemed e û eşîra wî li welatekî li nêzîkî Helebê rûdinê, piştî mirina bavê wî yê serokê eşîrê, ji ber cahilî û nezaniya wî, mîna belekiyên serê çiyayan ku derbiharê gava ...