Pirtûka Mîrze Miheme, ji du çîrokên dirêj pêk tê. Çîroka pêşî “Mîrze Miheme û Keça Şêxê Er- eban” ya duyem “Mîrze Miheme û Çilkezîyê” ye. Her du çîrok jî her yek ji yekê xweştir e. Lê bi taybetî çîroka duyem, bi tevn û lehengên xwe yên fantastîk dê xeyalgeha zarokan têr û tije bike. Di tevna her du çîrokan de çand û xwezaya şûnwarên kevnar û gelek peyvên kurdewar jî bi rengên bedew hatine neqişandin.