Mîrzayê Biçûk vegerîya cem rovî û got: “Bi xatirê te!”
Rovî got: “Oxir be lê niha bisekine, ku ez raz û nepenîya ku min ji te
ra qala wê kiribû, aşkere bikim. Ew pir sade û asayî ye. Vê baş bizane,
“Mirov tenê bi çavên dilê xwe dikare rastîyê bibîne. Çav kor û xapîner
in, tu caran nikarin rastîyê bibînin.”
Mîrzayê Biçûk ji bo ku vê hevokê ji bîr neke, dubare kir:
“Çav kor û xapîner in tu caran nikarin rastîyê bibînin.”
Rovî got: “Mirovan ev rastî ji bîr ...