Şeveke payîzê bû. Hewa sayî bû. Di bin ezmanê bi stêrkan giranbûyî de gundê Mîrxasê vegeriyabû
reşahiyeke bêtevger. Ne dengek mabû ji gund ne jî çirûskek ji ronahiya paceyan. Dûyê çend sobeyên ku
hêj dişixulîn, bi rengekî gewr ber bi nava şevê ve dirêj dibû û piştre li ber bayê belav dibû. Bêdengiyeke ku
bi giraniya şevê tîr bûbû, li ser reşahiya şevê rûniştibû. Kûçikê mala Koçer carinan bi ewtîna xwe ev
bêdengî diqelişand, lê hêza dengê wî têra jiholêrakirina bêdengiyê n ...