Çaxa min bihîst ku mîrê evinê heye ez matmayî mam. Gelo hîn evîn heye, evînek rastîn. Pişt re min ev tişt bihîst ez ketim ser rê. Cihê ku ew lê bû li ser rêya Geliyê Elî Begê bû. Geliyê Elî Begê li başûrê Kurdistanê li nêzî navçeya Dîyana û li rex Xelîfan e. Min pirsiyariya Mîrê Evînê kir.
Ji min re gotin ku tu kengî herî tu yê wî li wir bibînî. Ji Dihokê derketim û min berê xwe da Geliyê Elî Begê. Çaxa min Akrê derbas kir min kelecan girt û tu çiqas bixwazî û nexwazî mirov difikire. ...