Keman dinale, keman dilûbîne.
Sazbendê kal ji cîhana dor xwe, ji xerêqên rojê gişkan hilatiye û xwe berdaye nav cîhana
awazan.
Ji gurbûna hesîna bedena wî bûye kevan.
Bi dil û can lê dixe!
Ez gelekî dixwazim carekê herim St. Pêtêrbûrgê.
Min bêriya şevên spî kiriye!
Zanî, çawan te got Polonêz a Agînskî salên xortaniya te tîne bîra te, a min jî
piraniya bîranînên min bi şevên spî ra girêdayîne.
Tiştekî ecêv e, di salekê da ew şev tenê du ...