Kitêba Mijarên Bijare, wek ku ji navê wê diyar e, nivîskarê wê -Mela Mihemedê Şoşokî- bes derbarê mijarekê de nenivîsiye; belkî wek keşkûlekê mijarên cûrbecûr yên ku girîng tîtiye yan kêfa wî jê re hatiye tê de civandine. Giranîya naveroka wê li ser tefekur, hîkmet û şîretan e. Xîlafî kitêbên xwe yên din, di vêya han de gelek caran mijarên xwe bi şê’rikî jî gotiye. Lewma meriv dikare bêje ku ev kitêb dîwançeyeke Seydayê Şoşikî ye. Di metnê nesrî de jî car caran dawîya cumleyan bi secê bi hev ve ...