Mihemed Axayê Kelhokî di dîroka Kurdistanê de roleke mezin leyistiye. Ev destan, çîroka xebat û cehda vî lehengî ye. Şerefxan bi stayîş û şehnazî di rûpelên Şerefnameyê de, ev xweşmêrê rast û dirist û wefadar aniye ziman. Min jî ji vê fidekarî û qehremaniya vî pilingî destanek anî holê. Ev destan ne ji xeyalan e, lê ji rastiyeke dîrokî hatiye holê ku Şerefxanê qedirbilind û ilimdarê mezin, bi hikimdarî qala peyayekî Roşkî kiriye û ev mêrxasê Roşkî di ser hemî kesî re girtiye. Qehremanê me ji sal ...