Li milê din hestên bawermendiyê çiqas berê wî dabe nivîsîna mewlûdê jî Tîrêj hêmanên şoreşgerî û çepgîriyê jî veguhastiye nav kevneşopiyê. Di Mewlûda Seyda de serekên Mekkeyê “kolejar” in, ev têgeh hişmendiya çînî dide nîşan û li gor Mewlûdê ciyê wî di dîn de tueye:
Di ola me de qet ne hin kolejar
Ne hin cirîtî hem ne hin bendewar.
Tîrêj cilekî olî li bejna wekhevî û redda nijadperestiyê dike ku du prensibên girîng ên îdeolojiya çepgir in û wan bi baweriya îslamê ...