“Te tim ceriband. Tu tim têk çû. Biraqe. Dîsa biceribîne. Dîsa têk biçe. Hîna baştir-xweşiktir têk biçe.”
Samuel Beckett
…Lê hîna jî ji xew ranedibû, girêza ji devê wî diherikî ser behlîf û doşekê, xerîteyeke kufikî nexşandibû. Te digot qey ketiye xewa mirinê. Mêşan li ser pozê wî dikirin vingeving, her carê mêşekê xwe datanî ser pozê wî û pê vedida û wî jî her carê di tewşiya xewê de pozê xwe dixurand. Sehneya mêşê gelek caran wiha dubare dibû. Tibabek m ...