Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde bûye klasîkek di warê babeteke herheyî a edebiyatê de, ew jî mijara dualîteyê ye. Evê mijara ku ji ol û ayînan heta bi psîkolojiyê di qadên têvel de bi şêweyên cûrecûr derdikeve pêşiya me, bi vê berhemê ciyekî girîng girtiye di cîhana wêjeyê de. Di vê romanê de em dibin şahidê xwestek û azmûneyên bijîşkekî qenc û xwedan îtibar ê ku dixwaze aliyê xwe yê nebaş jî derxe û bijî. Dema van du aliyên dijhev di du ke ...