ez bi jimartina şanikên
li keviya lêvên te
hînî firrînê bûm
bi vemirandina
ara bi xwîna min ketî
hînî avjeniyê bûm
li min negire
ez rezvaneke sermest im
min pêdivî bi nehtorvaniya çavên te
yên mêwşîn heye
were em rondikên hevdu bi’esirînin
ligel
mey û êşên xwe yên mezrone