Her çîrokeke eşqê a neqediyayî li pey xwe ariyê dihêle paşê wek balindeya kaknûsê vedigere ji wê ariya xwe ji nû ve vedijîne, tê li hişê me datîne, xwe li bîreweriya me digire û li wir nemirtiyê bi dest dixe. Mem û Zîn di gewdeyekê de bi cî nabe, dibe ku çîroka wan jî wek hemû çîrokên nemir ya eşqê honaka heman zarvekirinê be ku hêj tê nehatibe gihîştin. Dibe ku mirov ji roja ku xwe bi wê pela hêjirê herimandî poşand û xuypakiya xwe ji dest da û wê de ji vîyana ku eşqê di eziya xwe de nemir bike ...