Mem û Zîn, hem wek destan hem jî wek berhemeke nivîskî, şahesereke edebî ye. Di nava vê çîroka evînî da motîfên dewlemend, vegotineke resen û bingeheke kûr ya edebî xuya dike. Herçend di nava Kurdan da wek destana Memê Alan hatibe zanîn jî bi taybet piştî mesnewiya Ehmedê Xanî, ev çîroka zêdetir ketiye nava mehfîlên edebî. Jixwe Ehmedê Xanî jî ji nava bîra edebî ya Kurdî ev çîroka vekêşaye û di kirasê mesnewiyê da ji nû ve nivîsiye. Lê diyar e ku hidûdên vê çîrokê evqas berfireh in ku hema bêje ...