Seydayê Mele Heyder Varli li gelek medreseyên Kurdan yên navdar xwendiye, îcazet girtiye, paşê li van
navendên girîng muderistî kiriye. Ji kesên navdar ders girtiye, paşê ders daye kesên navdar. Mixabin zû, di
53 saliya xwe de jî wefat kiriye. Ew kekê Ebdullah Varli ye, yê ku li Tirkiyê cara yekem weala Qurana pîroz bi
Kurdî nivîsiye. Heke Seydayê Mele Heyder di 53 saliya xwe de ji nava me koç nekira bêguman dê gelek
berhem li pey xwe bihişta. Herçiqas di serdema wî de qe ...