Masîreşê Biçûk, çîroka azadiyê ye. Masîreşê Biçûk,
di çemeke biçûk de dijî lê ev dinyaya biçûk rihê wî
teng dike, kirasê teng ji ser xwe diqetîne û dixwaze
cîhanê binase. Her kesî der û dora wî, diya wî jî tê
de jê re dibêjin: “Dinya bi tenê ev der e û wekî din
dinyayeke din tune.” Lêbelê Masîreşê Biçûk bi kesî
bawer nake û serpêhatiya wî bi aliyê deryayê ve diherike. Bi rê de gelek dost û hevalan dinase, lêbelê
dijminê xwe jî dinase. Xencera xwe digire û dikeve
pey rêya azadiyê