Çîrokên nû yên Ismail Dindar, bi navê "Marî" di nav weşanên Avesta de çap bûn.
Ji çîroka "Marî"
...Marî, ligel çar zarokên xwe, di bin siya tuyê de bû. Herduyên mezin kur bûn, temenê wan deh-dwazdeh salî bû, di destên wan de darik û têlik hebûn û bi baldarî bi wan re mijûl bûn. Keçikeke porzerik ku xuya bû çar-pênc salî ye, li nav axa hewşê rûniştibû û bi tena serê xwe dileyist. Pêçeka li ber sînga Marî ku bêrawestan diya xwe dimêt, hîna pêçekeke pênc-şeş mehî bû. Pêçek di ...