Pîrê her dem mijûl bû. Wexta ku tu cih nedimalişt, dîsan jî melkesa wê li gel wê bû. Li ber derîyê hewşê,
li ser dikê rûdinişt, li kolanê û kesên ku tê re dibuhurîn temaşe dikir, hemî kesên ku di kolanê re derbas dibûn silav lê dikirin, bêhnikekê li gel diman çend gotin pê re diaxivîn û paşê bi rêya xwe de diçûn. Ji ber xûyê wê yê xweş û nasîna wê ya bi gelek kesan re, li kolanê êdî wekî navnîşaneke taybetî bû, niştecîhan ew welê dihesiband. Heger ku pirsên hinekan di heqê kolanê yan rûnişt ...