Roja çarê:
Ez, dayik û bavê xwe û ligel Ehmedê bira diçin Xanê. Qonaxa ber dilê min Kanîka Xidirê ye lê em heta Dûpirkê diçin. Li wir, em ji xwe re firavîneke xweş dipêjin, têr bêhna xwe vedidin û paşê vedigerin. Em ji Gûzereş heta bi Xanê bi pêyan diçin.
Her tişt rast bû, xweş tê bîra min. Vizeviza drone û herronan ser serê me bû. Me ew nedidîtin lê guveguva wan gelek xweş dihat. Wekî mêşa bi hundirê kundiran ketî, guveguv gelekî xweş bi ber ...