Dema min romana Birayên Karamazov xwend, min mala xwe di mala wan de dît, lê hê dûmahiya mala min nehatiye. Xelk ne şaş in dema dibêjin hûn bêjî ne, ta mirinê em ê wisa bimînin. Ji canê xwe bêhtir min ji Gulana mala Çiya hez kir, lê ka ez û ka ew? Min nexwest bîhna vê hezkirinê ji giyanê min hil bibe bedena min, da kesek vê bîhnê ji min neke. Ez ê çawa wê xaka paqij bi qirêja xwe bilewitînim? Ez ê çawa wê bedena tahir bi ava bêjîtiyê biherimînim? Birayên min tev bi jin û zarok in, dema ez li xwe ...